Îran sibe balyozxaneya xwe li Siûdiyê vedike

Piştî 7 salan ji ji birîna têkliyan, Wezareta Karê Derve ya Îranê ragihand ku dê sibe balyozxaneya xwe li Erbistana Siûdî careke din veke.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenianî eşkere kir ku wê sibe balyozxaneya xwe li Riyadê, konsolsxaneya xwe li Cida û nûnertiya xwe jî li komeleya hevkariya Islamî vekin.

Ev yek piştî 3 mehan ji civîna li Pekînê ya di navbera rayedarên Îran û Erbistana Siûdîyê de pêk tê.

Têkliyên Tehran û Riyadê ji sala 2016’an ve hatine birîn, hingî Siûdiyê oldarekî Şîayî bi darve kir û xwepêşanderan êrişî balyozxaneya Siûdiyê ya li Tehranê kir.

Her wiha, dosya şerê Yemenê ku di navbera herdu welatan de wekî krîzekê ye jî bandoreke mezin li pêwendiyan kiribû.

Back to top button