Rêxistina ‘Save the Children’ daxwaza vegerandina malbatên DAIŞ’î kir

Rêxistina ‘Save the Children’ hikûmetê xwest ku zarok û jinên DAIŞ’iyan ên li kampan vegerînin welatê wan.

Rêxistina ‘Save the Children’ ku destekê dide 17 zarok û 9 jinên DAIŞ’î yên awistralyayî yên li kampên Hol û Roj ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxwaznameyek pêşkêşî dozgeriya Awistralyayê kir.

Rêxistinê bi fermî ji Hikûmeta Avusturalya daxwaz dike ku li gor erkê xwe yê exlaqî û qanûnî tevbigere û bi lez hemwelatiyên xwe vegerîne welat.

“Divê Awûstiraliya hemwelatiyên xwe yên li kampan de vegerîne welet”

Serokê rêxistinê Matt Tinkler diyar kir, wan hêvî dikir ku ji destpêkê ve însiyatîfên wiha werin ragihandin, lê ji ber xemsariya hikumetê ev hêvî têk çûn.

Li gorî wî, “Gelek welatên din, mîna Amerîka, Almanya, Fransa, Swêd, Danîmarka û Hollandayê, bi dehên zarok û jinan vegerandine welatê xwe, lê helwesta Awûstralyayê ya ne vegerandinê şermeke navneteweyî ye.”

Herî dawiyê, cotmeha sala 2022’an, Hikûmeta Awustralyayê 17 jin û zarok bi koordîneya bi Rêveberiya Xweser re vegerandin welêt.

Tevî ku ji piştî têkçûna DAIŞê ya sala 2019’an, bi dehhezarên jin û zarokên DAIŞê ji 54 nasnameyan li kampan dimînin û tevî hişyariyên Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Xweser jî, lê ev dosya wekî girêkekê dimîne.

Back to top button