Şehîd Bêrîtan li herêma Firatê, Heleb û Şehbayê hate bibîranîn

Çalakiyên bîranîna şehîd Bêrîtan li herêma Firat, Şehba û helebê jî hatin li darxistin.
Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan zemîna berxwedana jinan û xilasbûna wê ji zilmê ava kir.

Şehîd Bêrîtan di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de li bajarên Herêma Firatê, Şehba û Helebê jî bi çalakiyan hat bibîranîn.

Bi vê armancê Kongra Star ji xelkê taxa Şêxmeqsûd a Helebê re, civînek li dar xist.

Li ser têkoşîna fermandar Bêrîtan sînevîzyonek hat pêşandan û li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîd Bêrîtan hate guhdarîkirin.

Kesên axivîn jî gotin çalakiya şehîd Bêrîtan xiyanetê ya PDK’ê eşkere kir û teslîmkarî qebûl nekir.

Li navçeya Ehdesa Şehbayê jî şehîd Berîtan hat bi bîranîn.

Li vir jî hat gotin ku “Fermandar Bêrîtan bi şehadeta xwe hişt ku bi milyonan jinên Kurd tevli nava refên azadiyê bibin.”

Tevgera kongira star a bajarê Kobanê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.

Piştî rêzgirtinê, ser navê kongira Star Macîda Hiso got:

Şehîd bêrîtan riya têkoşîn û berxwedaniyê li pêşiya hemû jinên cîhanê vekir û îsbat kirin ku tu carî xeta îxanetê qebûl nakin.

Li bajarê Minbicê jî bi merasîmekê şehîd Bêrîtan hat bi bîr anî.

Kesên axivîn diyar kirin ku Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana jinan danî, rê li pêşiya gel vekir ku azadiya jinan nas bikin.

Di çalakiyê de li ser jiyana şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hat pêşandan.

Li Tebqayê jî Jin û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şehîd Bêrîtan bi merasîmekê bi bîr anî.

Di merasîmê de hat gotin “Şehîd Bêrîtan sembola xweşikbûn û azadiyê ye û bi helwest û redkirina îxanetê, derseke dîrokî da dijmin û hevkarên wan.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Dêrazorê jî bi heman armancê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Soza dewamkirina xeta Bêrîtan û têkoşîna li dijî xayîn û dagirkeran hat dayîn.

Li Reqa jî kombûnê semînerek li dar xist.

Hat gotin “Şehadeta Bêrîtan ji bo xurtkirina hêza jinan peyamek bû.

Back to top button