DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da

DEM Partiyê li Amedê starta xebtatên ji bo hilbijartinên xwecihî da û got:
Wê gel îradeya xwe teslîmî mejiyê qeyûmkar neke û em êdawî li vê pêvajoya tarî ya li Kurdistanê bînin.
Her wiha bi rojeva hilbijartinan li Enqerê DEM Partî û Partiya Gel a Komarê CHP li hev civiyan.
Hate diyar kirin wê hevdîtinên aliyan bidomin.

Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî dest bi pêvajoya hilbijartinê kir

Têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê DEM Partî li Parka Koşûyolû daxuyaniyek da.

Hevseroka Amedê ya partiyê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku desthilatdarî bi veguhastina hilbijêran ji bo bajarên Kurdistanê dixwaze dest li hilbijartinê werde.

“Gel êdî nikare xwe li tunehesibandina îradeya xwe rabigire”

Pinar Sakik Tekîn yê bal kişande li ser polîtîkayên qeyûmê, got:

Gel êdî nikare xwe li tunehesibandina îradeya xwe rabigire.”

DEM Partî: wê gel îradeya xwe teslîmî mejiyê qeyûmkar neke

Pinarê destnîşan kir ku wê gel îradeya xwe teslîmî mejiyê qeyûmkar neke û ev tîşt anî ziman:

“Em ê di hilbijartinên xwecihî de bersiveke mezin bidin û dawî li vê pêvajoya tarî ya li Kurdistanê bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo dengdana gel a 14’ê Çileyê banga tevlîbûnê hate kirin.

DEM Partî û chp bi rojeva hilbijartinan hevdîtin kir

Li aliyên din bi rojeva hilbijartinan DEM Partî û Partiya Gel a Komarê CHP li hev civiyan.

Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan çûn Navenda Giştî ya CHP’ê ya li Enqerê.

Pişt re ji bo bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin derbasî eywana civînê bûn.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

CHP: Wê hevdîtinên me bi DEM Partî re dewam bikin

Ozgur Ozel yê ewil axivî, kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û diyar kir wan pirsgirêkên welêt bi berfirehî niqaş kirine.

Ozel da zanîn mijara hilbijartinê ji rojeva wan ne qut bû û bi lêv kir wê hevdîtinan wan bi awayekî vekirî dewam bikin.

Her wiha di axaftina xwe de wî jî bertek nîşanî polîtîkayên qeyûme da û got:

Li vî welatî gerek her kes bikaribe xwe birêve bibe.

Hevserokên giştî yê DEM Partiyê jî bal kişandin li ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi reyên demokratîk û hevkariya ji bo vê yekê.

Back to top button