Tevî hemû bangên di qada herêmî û navnetewî yên ji bo derketina hêzên biyanî li Lîbyayê, lê heta niha bêdengiyek heye.
Wezîra karên derve û hevkariya navneteweyî ya Lîbyayê careke din got, divê hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin.
Dimenê Necla El-Menqûş dema wezîrên Fransa, Îtalya serdana welat kirî de hebû.
Wezîra Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî ya Lîbyayê Necla El-Menqûş di gera duyemîn a diyaloga siyasî ya erebî-japonî de ya online de axivî û armancên hikumeta Yekitiya Nîştimanî di vê qonaxê de, diyar kirin.
Necla El-Menqûş ev armanc jî weke bidawîkirina zilma li ser gelan, mîsogerkirina mafên rewa û rêgirtina li ber destwerdanên neyînî destnîşan kir.
Her wiha xurtkirin û parastina serweriya nîştimanî di nav de derketina yekser a hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê û vegerandina koçberan jî heye.
Tevî daxuyaniyên derdorên Lîbî û navneteweyî yên li dijî hebûna hêz û çeteyên biyanî, lê hîna dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike û çeteyên xwe li Lîbyayê dihêle.
Li gorî daneyên NY tê gotin, nêzî 20 hezar çekdarên û leşkerên welatên biyanî li welatin.