Ji ber metirsiya DAIŞ’ê bi hezaran kes ji bajarê Palma koçber bûn

Li Mozambîkê ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Palmayê xistiye bin kontrola xwe, bi hezaran kes ji neçarî koçber dibin.

Piştî ku çeteyan li bakurêrojhilat ê Mozambîkê êrîşa çekdarî bire ser bajarê Palmayê bi hezaran mirov ji neçarî mal û milkê xwe berdan û gelek mirov hatin kuştin.

Her wiha tê gotin bi sedan mirov winda ne.

Palma ku yek ji bajarê peravê yê Mozambîkê ye, 10 kîlometre dûrî sîteya gazê ya şîrketa peyrolê ya Fransiz Totalê ye.

Palma piştî şerê 48 saetan ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê.

Rayedarên Mozambîkê diyar kirin heta niha bi dehan kes mirine, bi sedan kes winda ne.

Çeteyên ku radigînin ew bi ser DAÎŞ’ê ve ne ev 3 sal in li herêmê ku piranî Misilman lê dijîn li herêmê hewl didin hebûna xwe biparêzin.

Çeteyan roja Çarşemê ji sê eniyan ve êrîş anîbûn ser herême ku bi Tanzanya re sînor e û bajar piştî şerê 48 saetan dagir kiribûn.

Şahidên ku ji rêxistinên civaka sivîl re axivîn gotin çete li gel redişînin û cenazeyan li erdê dihêlin.

Back to top button