Wezîrê Veguhestinê yê Taywanê berpirsyariya qezayê li xwe girt

Wezîrê Veguhestinê yê Taywanê ji ber qezaya trênê ya li herêma Hualien ya li rojhilatê welat ku di encamê de 51 kes miribûn, berpirsyarî lixwegirt.

Wezîrê Veguhestinê yê Taywanê Lin Chia-lung ku berê xwe da cihê bûyerê, ji rojnamevanan re axivî

Lin Chia-lung diyar kir ku ew niha hemû hewildanên xwe ji bo kêmkirna ziyana heyî dikin.

Chia-lung anî ziman ku piştî xebatên xelaskirina kesan bidawî bû, ewê erkê ku dikeve ser milê wî pê bîne.

Wezîrê Veguhestinê dazanîn ku îstifaya xwe bi awayekî devokî ragihandiye lê ev yek ne hatiye pejirandin.

Qezaya trenê ku roja Înê pêk hatî bû sedema mirina 51 kesî û 178 kes jî birîndar bûbûn.

Ev qezaya herî bixwîn ya di nava 70 salên dawî yên li welat de bû.

Trena ku 488 rêwî têdebûn, li herêma Haulien di encma hatina vînçekê ya li ser rêya trenê de pêk hatibû.

Back to top button