Salvegera 8. a damezrandina YPJ’ê

YPJ..Ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke zindî ye.YPJ ne tenê ji bo parastina gel, heman demê de ji bo parastina mafên jinê hate avakirin. Ji ber vê yekê bû nasnameya jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin. 

Li bakur û rojhilatê Sûrî, jinan bi fikrê civaka demokratîk di bin sîwana YXK’ê de xwe bi rêxistin kirin.

Jinan biryar dan ku bibin hêzên parastina jin û gelê herêmê..

Lewra piştî li seranserî herêmê tabûrên jinan hatin avakirin, 2’ê Nîsana 2013`an YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa xwe yekemîn li dar xist.

4’ê Nîsanê jî bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin.

2013’an li Serê Kaniyê dest pê kir..

Ango di şoreşa rojava de jinên şoreşger li Serê Kaniyê li dijî êrîşan, serkeftinên xwe bi destxistin..

Rola YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ya herî girîng bû.

Ew jî bi tolhildana jinên Êzdî bû.

YPJ’ê ji Kobanê heta Dêra Zorê, tarîtiya DAIŞ’ê têk bir

YPJ, beşdarî pêngavên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê ku li Holê, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê dan meşandin bûn.

Heta 2019’an jî YPJ’ê li Baxoza Dêra Zorê DAIŞ têk bir..

YPJ netenê beşdarî pêngavan bû, lê di heman demê de serkêşiya pêngava rizgariya Reqaya û Dêre Zorê ji DAIŞ`ê jî bûn.

Li gel vê yekê YPJ zêdetirî 3 hezar jin û zarokên êzdî ji 6 hezar û 417 kesên DAIŞ`ê ku ew revandine rizgar kirin.

YPJ’ê nasnameya tevhî jinên Cîhanê misoger kir

Jinên hemû pêkhateyan meclisên xwe yên leşkerî ragihandin.

2018’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de jî YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kir.

Weke dewama komploya navnteweyî jî dewleta Tirk 2019’an êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kir, YPJ’ê weke her carê canê xwe ji parastina xaka xwe re kirin sîper, li wir jî heya dawî têkoşîn kirin.

Di vê maratona şer a giran de gelek jinên şoreşger bi têkoşîna xwe bûne efsane û canê xwe fedayî azadiya welat kirin û bûne sembol derketin.

Silava, Arîn, Avesta û Rûkenan e weke wan jî bi sedan jinên ku mîrasê têkoşîna jinan dewam kirin û didomînin.

Lê YPJ’yî li vir bi sînor neman..

YPJ’ê tevlî operasyona 4`ê Sibatê ya ji bo tolhildana Seida û Hindê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li çolistana Dêra Zorê bûn.

Li gel vê jî YPJ’ê beşdarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê jî bû..

YPJ’ê bi rihê berxwedanê têbikoşe û soza parastina destkeftiyên şehîdan dide..

Back to top button