Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesan ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kes bi Coronayê ketin û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku 3 kesên mirine mêr in..

Mustefa dest nîşan kir ku 105 kes ê bi Corona yê ketine ji wan 59 mêr û 46 jin in..

Mustefa da zanîn 2 kes ji Corona baş bûne ..

Bi van daneyan re, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 10 hezar û 509, ji wan 392 kes mirine û hezar û 329 kes baş bûne..

Back to top button