Bi boneya roja rojbûna rêber Apo YJA Star û TJA’yê daxuyaniyên cuda weşandin û tê de hat diyarkirin ku rojbûna rêber Apo ne tene rojbûnek e, 4’ê Nîsanê weke roja vejîn û jidayîkbûna jina azad e.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.
YJA Starê got:
“Pêwîstiyeke lezgîn e ku mirovahî di felsefeya Rêbertî de bibin yek û bi paradîgmaya Rêbertî jiyanê tavilê birêxistin bikin.
Di serî de jin em her kesî vedixwînin ku li dijî vê sîstema koletiyê li ser bingeha xurtkirina xweparastinê xwedî li Rêbertî derkevin û berxwedanê mezin bikin.
Ji bo mirovahiyê şerma herî mezin e ku yekane mirovê azad ê serdema me di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de li Îmraliyê tê girtin.”
YJA Starê bang li her kesê ji bo nirxên mirovahiyê û demokrasiyê têdikoşin kir ku, dîwarê Îmraliyê yê veguheriye dîwarê şermê hilweşînin.”
TJA: Rêber Ocalan berxwedana xwe ya bi rûmet didomîne
Tevgera Jinên Azad TJA’yê jî daxuyaniyek niviskî weşand û diyar kir ku rêber APO berxwedana xwe ya bi rûmet didomne.
TJA’yê got:
Rêber Abdullah Ocalan, daye diyarkirin ku heta pirsgirêka jinê çareser nebe tu pirsgirêkek çareser nabe û jin vexwendine ji bo birêxistinbûna xweser a azad û xwedîderketina li hebûna xwe.