Siyamend Moînî: Projeya me a civaka azad û demokratîkbûna Îranê ye

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî bi boneya salvegera damezrandina PJAK’ê diyar kir ku damezrandina PJAK’ê ji bo dijmin bersivek bû û da zanîn PJAK’ê hêvî, îrade, heskirina azadiyê di dilê gelê Rojhilatê Kurdistanê de pêşxist.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî bo boneya 17. salvegera damezrandina PJAK’ê ji Rojnews’ê re axivî.

Moînî Rojbûna Rêber Ocalan û salvegera damezrandinê PJAK’ê li li şervanên azadiyê, malbatên şehîdan û gel pîroz kir.

Moînî diyar kir ku di nava 17 salan de têkoşîneke mezin hate dayîn û wiha got,

“Dijmin li hemberî berxwedana heyî bê çare maye. Damezrandina PJAK’ê ji bo dijmi bersivek bû. PJAK’ê hêvî, îrade, heskirina azadiyê û serxwebûnê di dilê gel de zindî hişt.”

Siyamend Moînî diyar kir gelê Rojhilatê Kurdistanê li PJAK’ê xwedî derket û wiha dewam kir,

“Bi hezaran têkoşerên azadiyê tevlî nava refên PJAK’ê bûn. Di demeke ku Komara Îslamî ya Îranê bi hemû hêza xwe ji bo teslîmgirtina Kurdan bikardianî de, PJAK’ê serîhilda. Vê yekê jî hêz da civakê.”

Moînî bal kişande li ser siyaseta rejîma Îranê û diyar kir ku sîstema Komara Îslamî ya Îranê sîstemek olîgarşik û dîkdatore û anî ziman di nava vê sîstemê de behsa demokrasîyê kirin xeyalek vala ye.

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî diyar kir ji bo demokratîkbûna Îranê projeya wan a civaka azad û demokratîk e.

Back to top button