Li Misirê bûyereke dîrokî bi merasîmeke biheybet Mummyên 22 şahên Misirî hatin veguhestin

Ji bo gelê Misirê, duh bûyereke dîrokî û ne ji rêzê pêk hat..
Bi karwanekî bi-heybet, duh Mummyên 22 qiral û şahên Misira Kevin hatin veguhestin.

Duh bi awayekî girseyî mummyên 22 qiral û şahên Misira Kevin ku 18 ji wan ên şahên mêr û 4 jî yên şahên jin bûn, hatin veguhestin.

Ev mummy zêdeyî sedsalekê bû li Muzexaneya Misirî ya li qada Tehrîr ya Qahîrayê bûn.

Duh bi merasîmeke, ber bi Muzeya Niştîmanî ya Şaristaniya Misirî ku li taxa Festat e hatin şandin.

Li wir jî bi-heybet hatin pêşwazîkirin ku Serokê Misirê Ebdul Fetah El Sîsî bixwe jî amade bû û di kêliya gihaştina karwanê de, 21 gule ji bo bixêrhatina van mummyan hatin berdan.

Her wiha çalakî û şahiyek ne ji rêzê çêbû û gelek kesayetên Misirî yên navdar jî beşdar bûn.

Back to top button