Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê: Zêdetirî 14 hezar Yemenî koçberî Merib û Cewfê bûn

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ragihand ku zêdetirî 14 hezar sivîlên Yemenî ji ber şer, koçberî Marib û Cewfê bûne.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê diyar kir ku zêdeyî 12 hezar sivîlên Yemenî koçberî Marib bûne, beriya niha jî nêzî 100 hezar koçber gihîştiye Maribê.

Rêxistina Navdewletî destnîşan kir ku heta Hikumeta Yemenê ji koçberên nû re kampekê ava bike wê ev koçber li gelek deveran werin bicihkirin.

Rêxistinê da zanîn ku ji ber êrîşên mîlîsên Hûsî li ser kampa Xaniq a rojhilatê Sen’ayê صنعاء heta niha hezar û 250 malbat ew kamp berdane.

Back to top button