Erdogan û Barzanî li Dubaiyê civiyan

Di wextekî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdistanê dijwr bûyî de, Serokomarê Tirkyê Erdogan û Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Li bajarê Dubaî yê Îmaratê bi sernavê “Teşedayîna Hikûmetên Pêşerojê” Lûtkeya Hikûmetan ya Cîhanê hat lidarxistin.

Serokomarê AKP’yî yê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de hevdîtin kirin.

Hat zanîn ku Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di hevdîtinê de amade bû.

Her du aliyan di civênê de rewşa giştî ya Îraq û herêmê û geşepêdana pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêmê aliyan teqezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kirin.

Back to top button