PYD: Ji bo avakirina çanda jiyana hevpar emê têkoşîna xwe bidomînin

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê cejna Noelê li xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ji bo avakirina çanda jiyana hevpar ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Noelê daxuyaniyek da.

PYD’ê di daxuyaniyêd e cejna Noelê li Xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê û Cîhanê pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya li Sûriye û Cîhanê.

PYD’ê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman,

“Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê bi boneya cejna Noelê emê ji bo yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya avakirina çanda jiyana aştiyane ya hevpar di nav pêkhateyan de xebatên xwe bidomînin.

Emê li ser modelên herî baş ji bo gelên herêmê xebatên xwe bimeşînin.

Em bang li hemû oldaran dikin ku nirxên wekheviyê belav bikin û rêya ku me bi Rêveberiya Xweser dest pê kiriye biparêzin da ku ewlehî û aramî li tevahî herêmên Sûriyê belav bibe.”

Back to top button