Çalakiya Sêmalka di roja 81. de dewam dike lê PDK cenazeyan nade

Çalakiya malbatên şehîdan li Sêmalka ya bi armanca wergirtina cenazeyên zarokên xwe ên bi destê PDK’ê hatin şehîdkirin, di roja 81. de dewam dike. Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê îro beşdarî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîhîdan radestî malbatên wan bike.

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê bi piştgiriya welatiyên herêmê dewam dike.

Îro endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn û li ber derî daxuyaniyek dan.

Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê piştgiriya çalakiyê kir

Li ser navê endamên Desteya Aborî û Çandiniyê, Cîgirê hevserokatiya desteyê Ibrahîm Hasûd daxuyanî da.

Ibrahîm Hasûd got, tevî dorpêça li ser herêmê ewê tekoşîna xwe dewam bikin.

Hasûd bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Tevî ku çalakiya Sêmalka 81 roj li pey xwe hiştine, lê heta niha ji hêla rayedarên PDK’ê tu bersiv nehatine dayîn.

PDK’ê ku ji vê çalakiyê bêzar bûye û nekariye heta niha bersiva dayîkên şehîdan bide, bi hinceta çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya çalakiya dayîkên li Sêmalka, Deriyê Sêmalka girt.

Back to top button