Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Ehmed El Xelef diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş li dijî Rêveberiya Xweser dimeşînin.
Ehmed El-Xelef anî ziman AKP ji vê nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne û ev tişt anî ziman:
”Ji ber hilbijartin li Tirkiyê nêz in, ew jî dixwaze raya giştî ya Tirkiyê bi rêya hewldanê qezenc bike û kaxiza penaberên sûrî ji destê muxalefetê bigre.”
El Xelef diyar kir ku binxistina modela Rêveberiya Xweser, yek ji sedemên pêkhatina vê nêzîkbûnê ye û got:
”Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê li dijî Bakur û rojhilatê Sûrî dimeşînin û pergalên zordest û dîktator in.”
Ehmed El-Xelef bang li civakê, rêxistin, partî û rêveberiyên sivîl kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê hişyar bin.