17’ê Adarê erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikeve çilrojiya xwe

Hevserokên KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê dê bi boneya çilrojiya erdhejên Mereşê, tevlî merasîmên bîranînê yên li herêmên erdhejê bibin. 

Di 17’ê adarê de erdejên li Bakurê Kurdistanê çilrojiya xwe temam dike.

Lewra Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin û dê di 17’ê adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin.

Bi boneya çirojiya erdhejên Mereşê dê li bajaran merasîmên bîranînê bên lidarxistin.

KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin

Partî û saziyên civakî ên Bakurê Kurdistanê dê biçin heremên erdhejê û beşdarî merasîmên bîranînê bibin.

Hevserokên giştî û parlamenter bi rengê şandeyan serdana gel bikin û tev li mewlîdan bibin.

Back to top button