Parêzerên Rêber Ocalan ji Wezîrê Edaletê re name şandin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Wezîrê Edaletê ya Tirk Bekîr Bozdag re nameyek nivîsand. Buroyê di nameya xwe de got; “Em tevî hemû hewldan û serlêdanên xwe 720 roj in ti agahî ji muvekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nastînin. Hûn vê mafê ji kîjan qanûnê digirin ku hemû têkiliyên çar girtiyên siyasî yên Kurd qut dikin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê tecrîda ser Rêber Ocalan ji Wezîrê Edaletê ya Tirk Bekîr Bozdag re name şandin û wiha got:

Tevî hemû hewldan û serlêdanên me 720 roj in em tu agahî ji muvekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nastînin.

Parêzerên Rêber Ocalan: 720 rojin em tu agahiyan nastînin

Herî dawî 25’ê Adara 2021’an di şert û mercên pandemiyê de, malbatên muvekîlên me pir kêm bi telefonê bi wan re axivîn.

Birêz Ocalan dema axaftina telefonê bi birayê xwe Mihmed Ocalan re, xwestibû ku ji mafê xwe yê bi parêzeran re sûdê werbigire.

Sala 2019’an, 5 hevdîtinên parêzeran hat kirin û birêz Ocalan di hevdîtinan de pêşî li mirina bi sedan kesan girt.

Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê 7’ê Tebaxa 2019’an hatibû kirin

Hevdîtina herî dawî ya li Îmraliyê 7’ê Tebaxa 2019’an hatibû kirin.

Tevî soza Wezîrê Edaletê yê demê, nêzî 4 sal in çûyîna parêzeran ya Îmraliyê tê qedexekirin.

Parêzerên Rêber Ocalan: Li Îmraliyê rejîmeke çawa heye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dewama nameyê de got: Em parêzer û malbatên muvekîlên xwe, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahiyê ji Îmraliyê nastînin.

Li wir çi çêdibe, ti agahî û çavdêriyek me nîne.

Hûn vê mafê ji kîjan qanûnê digirin ku hemû têkiliyên çar girtiyên siyasî yên Kurd qut dikin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê mijarê de ev pirs kirin:

Ma Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Îmraliyê ne girtîgeheke girêdayî we ye?

Li Îmraliyê rejîmeke cuda ya hiqûqî an hiqûqa welatekî din tê sepandin?

Parêzeran dawiya nameya xwe ev tişt gotin:

‘Weke hiqûq-nasekî hûn jî pir baş dizanin ku tu bersiveke ji hêla hiqûqî ve bikara îzaheta van pirsan bike tune ye.

Nexwe biryarên Dadgeha Mavê Mirovan a Ewropayê DMME’ê yên têkildarî mijarê û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ji xwe li holê ne.

Back to top button