Li dijî tecrîd û êrîşan şêneyên Til Temrê daketin qadan

Li dijî tecrîda girankirî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, îro pêkhateyên navçeya Til Temir, Zirganê û ciwanên Minbicê meşên girseyî li dar xistin.

Meşa Til Temir bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li dawiya kolana şehîd Umer Baravî rawestiya.

Li ser navê Kongra Star Eyhan Yûnis axivî, tecrîda li dijî Rêber Apo şermezarkir û got:

Em îro di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin, pêwîst e her kes ji polîtîkayên li dijî gel tê meşandin baldar be.

Ev dem, dema têkçûyîna Erdogan a li hemberî gerîlayên hemdemî ye.

Li herêmên parastina medyayê têk diçin, tên tolê ji binesazî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê digrin.

Dawiyê soza berdewamkirina têkoşînê û şihandina tecrîdê hat dayîn.

Ciwanên Minbicê: Heta serkeftnê em ê têkoşînê bidomînin

Her weha tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Minbicê jî bi meşekê tekezî li ser berdewamiya têkoşînê heya serketinê kirin.

Ciwanan meşa meşaleyî li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin, her weha êrîşên dagirkeriya Tirk jî şermezar kirin.

Back to top button