Geir Pedersen: Ji bo êş û trajediya li Sûriyê divê her kes ji xwe şerm bike

Nûnerê Neteweyên Yekûbuyî yê Sûriyê Geir Pedersen bi boneya salvegera 10’an destpêkirina şerê Sûriyê
diyar kir ku gelê Sûriyê ketiye kemîna şerekî bêdawî û da zanîn ji ber nikaribûne pêşî li êş û trajediya li Sûriyê bigirin divê herkes ji xwe şerm bike.

Nûnerê navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedersen derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re axivî.

Geir Pedersen anî ziman ku miletê Sûrî ketiye xefka şerê bê dawî de û ji bo domandina trajîdiya li Sûriyê divê hemû alî ji xwe şerm bikin.

Geir Pedersen: Ti alî bi tena xwe nikare aloziya Sûriyê çareser bike

Pedersen diyar kir ku ew bi Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Îran û dewletên Erebî û Ewropî re di têkiyan de ye û hemû jî di wê baweriyê de ne ku ti alî bi tenha xwe nikare aloziya Sûriyê çareser bike.

Nûnerê navdewletî Geir Pedersen destnîşan kir ku pêkanîna diyalogan navbera Amerîka û Rûsya derbarê aloziya Sûriyê de ne pêkane, lê navbera wan berjewendiyên hevbeş hene ji wan şerê li dijî terorê û çareseriya aloziya koçberan e.

Geir Pedersen: Bi armanca pêkanîna Kongreyê, diplomasiyê dimeşînim

Geir Pedersen got ku bi armanca pêkanîna kongreyekê ji bo Sûriyê ku Amerîka parçeyek jê be, ew diplomasiyeke aram dimeşîne.

Derberê rewşa niha ya li bakur rojhilatê Sûriyê jî, nûnerê navdewletî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen wiha anî ziman:

Pedersen: Rewşa li bakurê Sûriyê aktorek e ji bo rûniştina ser maseya danûstandinê

“Agirbesta li bakur rojhilatê Sûriyê û rewşa li wir, ev aktûr in ku em dikarin bi riya wê aliyên navdewletî dehif bidin ku ser maseya danûstandinê rûnin û pirsgirêgan nîqaş bikin û çareser bikin.”

Back to top button