Li Tirkiyê, 24 sendîka operasyonên li dijî parêzeran şermezar kirin

Di demên dawî de, zextên AKP’ê li ser siyasetmedar, rojnamevan û parêzeran zêde dibin.

Dezgehên çapemeniya Tirkiyê ragihand ku 24 sandîkayên parêzeran li Tirkiyê, ev girtin şermezar kir.

Li gorî malpera “T 24″ ya Tirkî, piştî Dozgeriya Giştî li wîlayeta Şanlî Orfa Pêncşema borî 12 parêzer girtin, 24 sandîkayên parêzeran bi daxuyaniyekê ev girtin şermezar kir.

Di daxiyaniyê de hat ragihandin ku ev parêzer bi behaneya ew endamên rêxistinên terorîst in, ji aliyê Deshilatên Tirkiyê ve hatine girtin.

Parêzeran her wiha fikarên xwe li ser rewşa parêzerên girtî anî ziman û diyar kirin ku” Qanûnên Navdewletî tekez dikin, nabe ti alî parêzerek ku tenê piştgiriya wekîlê xwe kiribe, were girtin û bi awayekî ne qanûnî were darizandin.

Sandîkayên Parêzeran ev yek di daxuyaniya xwe de gotin:

Rêkarên der barê parêzerên girtî de biçûkxistin e, armanc ji vê yekê jî bêdengkirina her kesê ku li vî welatî rastiyê dibêje ye.

Back to top button