Li girtîgeheke Manîsayê, êşkence li girtiyan hat kirin

Zextên li ser girtiyan rojane zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa “T” a Manîsayê li girtiyên ku jimartina li ser piyan red kirin, êşkence hate kirin. Rêveberê girtîgehê jî gefa kuştinê li girtiyan xwar.

Ji girtiyan, Mehmet Tekîn yê (46 salî) ku ev 24 sal in girtî ye, dema telefonî birayê xwe Haci Tekîn dike, li ser êrîşê agahî dan.

Tekîn diyar kir ku hestî û parsûyên birayê wî hatine şikandin û xwîn ji lingê wî hatiye.

Tekîn her wiha anî ziman ku pirtûk, rojnivîsk û gelek alavên wan hatin parçekirin û tiştê hate kirin, weke zilmê bi nav kir.

Back to top button