Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker zarokek li gundê Şehbayê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê toparan kir, zarokekî 6 salî birîndar bû.

Duh artêşa Tirk gundê Şêx Îs ê navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, topbaran kir.

Di encama topbaranê de, zarokê bi navê Ehmed Osman ji lingê xwe ve birîndar bû.

Ehmed, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarokê Fafînê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên Til Temir û Girê Spî jî topbaran kirin.

Di topbaran artêşa Tirk de, sivîl û nuqteyên leşkerên rejîma Sûrî hatin hedefgirtin..

Back to top button