Senato pejirand, Haaland bû wezîra yekem ya Amarikiya resen

Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan berbijêreke din a Serokê Amerîkayê Joe Biden bo postê Wezîra Navxwe di kabîneya Biden de erêkir.

Berbijêra Wezîra Navxwe Deb Haaland di civîna doh ya Senatoyê de bi 51 dengê “erê” li beramber 40 dengên na hat pesend kirin û bû yekem Amerîkiya resen ku bikaribe postekî wiha yê bilind di rêveberiya Koşka Spî de werbigre.

Haaland ser lîsteya Demokratan endama Encûmena Nûneran a Amerîkayê bû û bi erêkirina wê jî wek Wezîra Navxwe li Amerîkayê bûyereke dîrokî tê binavkirin.

Serokê koma Demokratan li Senatoyê Chuck Schumer piştî pesendkirina Haaland got,

Senato karî bi pejirandina Haaland du caran dîrokê tomar bike.

Ya yekem ji ber yekem Amerîkiya resen di dîrokê de bo postê Wezîra Navxwe hatiye hilbijartin.

Duyem jî ew e ku yekem berpirsa Amerîkî ya resen di kabîneya hikûmeta Amerîkayê de bê dîtin.

Back to top button