Li Afrîkaya ku alozî lê zêde bûye, komên çeteyan êrişên xwe dijwar kirine.
Komeke girêdayî çeteyên El Qaîdê êrişî baregeha arêtşê Malî û keştiyeke rêwiyan kirin.
Di êrişê de, 46 sivîl û leşkerên Malî hatin kuştin.
Hikumeta Malî diyar kir ku komên tundraw êrişî keştiyeke rêwiyan û baregeheke artêşê ya li bakurê welat kir.
Di encamê de bi dehan sivîl û leşkerên li herêmeke dewletê ya li rojavayê Afrîkayê hatin kuştin.
Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumetê diyar kir ku di êrişa çeteyan a li bakur-rojhilatê Maliyê de, 49 sivîl û 15 leşkerên hatin kuştin.
Her wiha nêzî 50 çeteyên êrişkar hatin kuştin.
Di êrişeke çeteyan a Tebaxê li dijî gundekî Malî de 21 sivîl hatibûn kuştin.
Çavkaniyekî ji Reutersê re got komeke çete derbasî gund bûne û komkujî pêk anî.
Li gorî hikumetê komeke girêdayî El Qaîdê êriş pêk anîn.
Rojnameya The New York Times a Amerîkayê jî destnîşan kir ku ev êriş di demekê de ku El Qaîde kontrola xwe li bakurê Malî xurt kirî, pêk hatin.
Ji 2012′an ve çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê êrişên xwe yên li ser Malî a welatekî rojavayê Afrîkayê ye zêde kirine.