HPG’ê nasnameyên 3 Gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûne eşkere û got:
“Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku bûn nûnerê îradebûna Apoyî, ruhê berxwedanê heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan teqez kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku 26’ê Tebaxa îsal di êrişa dewleta Tirk de gerîlayên bi navê Dilgeş, Berxwedan û Mervan şehîd bûne û got:

“Hevrêyên me ku bûn nûnerê îradebûna Apoyî, ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin.”

HPG: Ruhê berxwedanê heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin

Li ser kesayet û têkoşîna her sê cangoriyan HPG’ê wiha got:

Hevrêyê me Dilgeş ku navê fermandariya li ser xeta fedaîtî, afirînerî, zanebûn û xwestekê bû, di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 13 salan de ku bi serketina dagirtî bû, bû milîtanek ku her tim cudahî afirand.

Li her qadê bi coş û moral tevlî kar bû, mohra xwe danî binê serketinan û têkoşîneke bêhempa meşand.

Hevrêyê me Berxwedan jî li ser bingeha dilsoziya bi xeta şehîdan re tevlî nava refên gerîla bû.

Her wiha li her qada têkoşînê sekna xwe ya mînak nîşan da û bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me.

Ewladê leheng ê Serhedê hevrê Mervan jî ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de her wezîfe û berpirsyarî bi cidiyeteke mezin bi ser xist.

Meşa xwe ya şoreşê ku ji Wanê destpê kir, di her kêliyê de bi serketinan derbas kir.

HPG’ê di serî de ji malbatên şehîdan, ji tevahî gelê Kurdistanê re sersaxiyê xwest û got:

“Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me ji me re hiştine, bi rengekî hêjayî bîranîna wan be bi ser bixînin.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd bûne de wiha ne:

Nasnav: Dilgeş Zîlan Gûzereş
Nav paşnav: Ferhat Akdenîz
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Meryem
Bav: Omer
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed

Nasnav: Berxwedan Farqîn
Nav paşnav: Hanîfî Saygi
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Fatma
Bav: Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed

Nasnav: Mervan Wan
Nav paşnav: Mûhterem Koç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Siyanal
Bav: Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed

Back to top button