Bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr, gerîlayan 17 caran li arteşa Tirk a dagirker dan.
Di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 10 çeperan hate xistin.
Her wiha HPG’ê nuçeya şerê taybet yê dewleta tirk a tekildarî gerîlayekî şehîd jî derewand.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr gelek çalakî lidarxistin.
Têkildarî çalakiyan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de HPG’ê di salvegera 41’emîn a şehadeta wî de Kemal Pîr bibîr anî û got:
Kemal Pîr ê ku yek ji hevalên pêşîn ê Rêber Apo bû, yek ji avakarê tevgera Apoyî û fermandarê pêşîn ê artêşa me ya gerîla bû şêwazê berxwedana partiya me PKK’ê diyar kir.
HPG: 4 Dagirker hatin kuştin, derb li kepçeyek û 10 çeperan hate xistin
Bi vê wesîleyê HPG’ê ragihand ku hêzên wan li dijî dagirkeriya Tirk 17 çalakî kirine û ev agahî parve kir:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
7’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkeran hate xistin.
Di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyek û 10 çeperên wan jî hate xistin.
Li Herêma Metînayê jî 6’ê Îlonê hêzên gerîla li dagirkeran dan û li vir jî 2 dagirker ceza kirin.
Her wiha li Herêma Xakurkê jî ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
HPG: Qadên berxwedanê bi balafir û helîkopteran hatin bombekirin
Li ser êrişên arteşa Tirk a dagirker ên dewam dikin jî HPG’ê agahî dan û got:
Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê 5 caran bi balafir û helîkopeterên şer û bi dehan caran bi topan hate bombekirin.
“Wezareta Parastinê ya Tirkiyê veguheriyê wezareta derewê”
Di daxuyaniya xwe de HGP’ê bal kişande ser şerê Taybet a Medyaya Tirk.
HPG’ê yek ji derewên din ên dewleta Tirk yê li ser gerîlayê şehîd Şerzan Mawa eşkere kir û ev yek got:
Hevrêyê me Şerzan Mawa, 28’ê Hezîrana 2023’an li Sîdayê di encama êrîşa bombeya nukleerî ya taktîkî ya artêşa Tirk de şehîd bû.
Şehadeta hevrêyê me Şerzan û hemû agahiyên wî di 4’ê Tîrmeha 2023’an de ji gelê me û raya giştî re hate ragihandin
Wezareta Parastina ya Tirkiyê ku veguheriye wezareta derewê, şehadeta hevrêyê me weke ku nû bûye ragihand û îdia kir ku ew yek ji berpirsyarên Zagrosê ye.
Em gelê xwe, raya giştî ji bo ku bi heqîqetê bizanibin û ji derewên şerê taybet ê dewleta Tirk bawer nekin, agahdar dikin.
Ji bo hilanîna tola şehîdên Xerzanê gerîlayan 3 dagirker ceza kir