Şêniyên Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin

2 Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn bi merasimekê hatin oxirkirin.
Di merasimê de hat gotin ku wê gelên Minbicê bi yek destî li ber êrişan rabin.

Di berxwedana li dijî êrişên li ser gundên Minbicê de Şervanên Meclisa Leşkerî Elî El Elî û Mehmûd El Hecac di 7′ê Tebaxê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Minbicê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina her du şehîdan bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesen El Hisên axivî û got:

“Şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe dane.

Şehîd mînakên lehengî û fedakariyê raber kirin.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî wiha got:

“Em ê her tim xaka xwe ji êrişan biparêzin.”

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbic Sîham Hemo jî axivî û wiha got:

“Ji dema Minbic ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin ve êrişên dewleta Tirk nesekinîne. Gelê bajêr wê di yek çeperê de bersiva êrişan bide.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê her du şehîd li goristana şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Back to top button