Sergey Lavrov û Çavuşoglu bi mijara Sûrî civiyan

Di demeku dewleta Tirk gefa dagirkeriyeke nû li dijî Rojava dixwe, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Tirkiyê kir û bi Wezîrê Karê derve yê Tirkî Mevlud Çawişoglu re rûnişt.

Hevdîtina ku beriya çend saet detpêkiriye hîn didome.

Hate ragihandin ku di rojeva Lavrov û Çavuşoglu de êrişa dagirkeriya Tirkiyê ku dixwaze li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêkbîne û veguhestina genimê Ûkraynayê ji bo bazarên cîhanê heye.

Di hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de hebûna şandeyeke leşkerî balkişand.

Tê payîn ku piştî hevdîtinê ji bo raya giştî daxuyaniyek were dayîn.

Back to top button