MÎT’a Tirk li Stenbolê welatiyekî Efrînî revand

MÎT’a Tirk li bajarê Stenbolê welatiyekî ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand.

Li gorî agahiyên ajansa Hewarê, MÎT’a Tirk 5’ê Hezîranê welatiyê bi navê Mihemed Salih ê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê li Stenbol revand.

Hat raghandin Mihemed Salih bêyî tu tawanan ji aliyê MIT’a Tirk ve hatiye revandin.

Heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Zextên Tirkiyê ne tenê li Efrînê, li her dera lê bin li ser Efrîniyan hene.

Heta niha ji bilî Mihemed gelek welatiyên Efrînê yên ji bo kar berê xwe dane Tirkiyê, hatine revandin.

Ew yek jî dewama sûc û binpêkirinên wê ûçeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ye.

Back to top button