Balafirên Rûsya li Ezaz û Efrînê li çeteyan da

Vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê navendên çeteyan ên li deşta Efrîn û Ezazê bombebaran kirin..
Li gorî agahiyên ketine destê me, van êrişan çeteyan Firqet Siqûr Şemal kirine armanc.
Ev jî di wextekê de tê ku çeteyên Heyet Tehrîr Şam Efrîn, Bab û hin deverên din ji destê çeteyên din kontrol kirine.
Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî istixbaratên Heyet Tehrîr Şam li gel Firqeya Sisiyan li Ezazê civiyane.

Hemwextî şerê di navbera komên çete yên dewleta Tirk li Efîrn û Babê, balafirên şer ên Rûsyayê, hinek navendên çeteyan li Efrîn û Ezazê bomebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji wê deverê, van êrişan çeteyên Firqet Siqûr Şemal kirine armanc, lê tu daxuyaniyeke fermî derneketiye.

Ev tevgera Moskoyê di wextekê de tê ku çeteyên Heyet Tehrîr Şam piraniya Efrînê ji destê komên din ên dewleta Tirk derxistine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere kir ku çeteyên Firqeya Hemzat û Silêman Şah bi desteka Heyet Tehrîr Şam hinek bendên kontrolê li Cerabilusê kontol kirin.

Piştî rûdana şer di navbera Heyet Tehrîr Şam û beşekî komên din ên çete, civîn di navbera wan û Feyleqa Sisiyan de pêk hatin.

“Istixbaratên Heyet Tehrîr Şam li Ezazê bûn”

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan, yekem care isitxbaratên Heyet Tehrîr Şam derbasî Ezazê dibe û li nêzî dergeha Bab Selamê bi Feyleqa Sisiyan re dicive.

Di heman demê de çavdêriyê eşkere kiribû ku beşek ji çeteyên Heyet Tehrîr Şam xwe ji hindirê Efrîn û Babê vekişandiye.

Dagirkeriya Tirk jî piştî çeteyên Heyet Tehrîr Şam Efrîn kontorl kirin, bi panzêr û erebeyên leşkerî derbasî bajar bû, lê tu helwesteke fermî heta niha jê derkenetiye.

Berî nêzî hefteyekê Komên çete yên bi navê Cebhe Şamiyê û El-Hemzat li navenda bajarê Babê dest pê kir û hema bêje li gelek deverên dagirkirî, weke Ezaz û Efrînê jî belav bû.

Heta niha jî tevgera çûnûhatinê li wan deveran hatiye rawestandin û çeteyên El Colanî xwe belav dike.

QSD: Dagirkeriya Tirk kembreke reş ava çêdike

Berî niha Hêzên Sûriya Demokratîk bi raporekê eşkere kiribû ku Dewleta Tirk bi rêya belavkirina çeteyên Cebhet El-Nusra û Huras El-Dîn kembereke reş li wê derê çêdike.

Ferhad Şamî: Kîjan kom li Efrînê be ew dagirker e

Rêveberê Navenda Ragaihandina QSD’ê Ferhad Şamê jî yekem helwesta QSD’ê bi vî awayî ragihand:

Kîjan kom li wir be, ew dagirker e. Weke QSD’ê bi vê nêrînê li wan dinêrin û armanca me jî rizgarkirin e.

Back to top button