Kosova: Dorpêça polîsan bidawî bû

Kosova û Sirbistan li pêşberî hev rawestiya ne.
Li herêma Kosova ya Sirb têde jimara wan pirtirin, polîsek hat kuştin.
Piştî vê polîsan herêm dorpêç kir.
Hikumeta Kosovayê ragihand ku operasyona polîsan a li herêma dorpêçkirî bi dawî bû.

Aloziya piştî kemîna li hemberî polîsan a li herêma Bakurê Kosovayê ya ku piraniya şêniyên wê Sirbin zêde bûyî, şevê din kêm bû.

Hikûmeta Kosovayê ragihand ku herêm di bin kontrolê de ye.

Wezîrê Karên Hundir ê Kosovayê Xelal Sveçla da zanîn ku operasyona polîsan û pevçûnên li herêma ku êrîşkar hatine dorpêçkirin bi dawî bûye û “li vê herêmê kontrol pêk hatiye.”

Piştî ku di kemînê de polîsek mir û yek jî birîndar bûn, polîsan êrişkar li dêra gundê Banjska û derdora wê dorpêçkirin.

Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti ev kes weke 30 kesên ku di çekan de pispor binav kiribû.

Polîsê Kosovayê ragihand ku di pevçûnên di dema operasyona polîsan de 3 êrîşkar hatine kuştin.

Polîsan ragihand ku her du êrîşkar jî hatine binçavkirin.

Dêra Ortodoks a Sirbî got, êrîşkar bi şev ji keşîşxaneyê derketin.

Hejmara êrîşkarên ku reviyan ne diyar e.

Vucic bo sirbên li Kosova: Bi sebir bin

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic diyar kir ku di bûyerê de 2 sirb bi giranî birîndar bûne û dibe ku yek ji van kesan miribe.

Vucic kuştina polîs şermezar kir û banga hestiyariyê li Sirbên Kosovayê kir.

Vucic ev kiryar weke serhildana li dijî Kurti nirxand ku li dijî yekkirina şaredariyên Sirb li bakurê Kosovayê dijîn, nîşan da û got:

Vucic: Hûn me hemûyan bikujin jî em serxwebûna kosovayê nas nakin

“Hûn me hemûyan bikujin jî, Sirbistan serxwebûna Kosovayê nas nake.”

Kurtî ragihand ku di operasyonê de polîsên Kosovayê bi sedan çek desteser kirine.

Serkirdeyê Kosovayê diyar kir ku di operasyonê de alavên leşkerî yên giran ên wek mîtralyoz, bombeyên destan û cebilxane hatin desteserkirin.

Kosova 2008’an de serxwebûna xwe ji Sirbistanê ragihand.

Lê Sirbên Kosovayê ku vê ragihandina serxwebûnê nas nakin, Belgradê wek paytexta xwe qebûl dikin.

Ji sedî 90ê nifûsa Kosovayê bi eslê xwe Albanî ne.

Back to top button