Macron: Azerbeycan gefê li xaka Ermenîstanê dixwe

Fransa ji rewşa li herêma Qerebaxa Çiyayî bifikare.
Serokomarê Fransa Macron bertek nîşanî kiryar û helwestên Tirkiye, Azerbeycan û Rûsayyê yên li ser herêma Qerebaxê da.
Macron got: Bakû gefê li yekparbûna xaka Êrîvanê dixwe.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew ji ber êrîşa muhtemel a Azerbaycanê ya li dijî Ermenistanê bi fikar in û îdia kir ku “Bakû gefê li sînorê hevpar û yekîtiya axa vî welatî dixwe.”

Macron ji kanalên Fransî TF1 û France 2 re axivî û got;

Welatê wî li ser yekparebûna axa Ermenîstanê pir baldar e.

Macron îşaret bi Moskow, Enqere û Bakûyê kir û ev tişt anî ziman:

“Îro Rûsya hevparê Azerbaycanê ye, Tirkiyeya ku her tim piştgiriya van êrişan dike û hikumeteke (Azerbaycanê) ku sînoran nas nake, gefê li sînorê Ermenîstanê dixwe.”

Nûnerên hêzên Ermenî yên li Qerebaxê roja Çarşemê piştî operasyona Azerbeycanê bi wî welatî re dest bi danûstandinan kiribû.

Oparasyona Bakûyê 26 saetan dewam kiribû.

Ermenîstan ji ber helwesta Rûsyay ya xemsar û piştevaniya wan nekiriye rexneyên tund li Moskowê dike.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li hember Moskovayê bertek nîşan da û di daxuyaniya xwe de hevpeymanên niha yên welatê xwe (bi Rûsyayê re) wek “bêbandor” bi nav kir.

Ji aliyê din ve Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro ji bo serdaneke xebatê ya yek wê li Nahçivanê be.

Di daxuyaniyên xwe yên berê de, Enqere û Bakûyê diyar kiribûn ku ew dixwazin lez bidin xebatên xwe yên ji bo vekirina “Korîdora Zengezûrê” ku Tirkiye di ser Nahçivan û Ermenistanê re bi axa Azerbaycanê ve girêdide.

Ajansa nûçeyan a Fransî AFP nivîsî, “Hin pispor bawer dikin ku dibe ku Bakû bixwaze li başûrê Ermenîstanê operasyonên leşkerî bide destpêkirin da ku bi Nehçîvan re yekparebûna axa xwe pêk bîne û avantaja leşkerî ya dawî ya ku bi dest xistiye bikar bîne.”

Back to top button