Li Efrîna dagirkirî mayînek bi erebeyekê ve teqiya, kesek hat kuştin

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî serê sibê mayînek bi erebeyekê de teqiya di encamê kesek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ANHA’ê, teqîn li taxa Vêlat pêk hat.

Tê texmînkirin erebeya ku mayîn pê de teqiyaye ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

Li gorî Malpera Afrinpost, di encma teqîna ku li Efrînê rûdayî de kesek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her weha ziyanên madî li cihê teqînê çêbû.

Duh jî, li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ji bo destserkirina malên Efrîniyên koçber du komên çeteyên dagirkeriya Trik bi hev ketin.

Di encamê de du çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di heman demê de erebeyek jî li taxa Mehmûdiyê teqiya.

Back to top button