Rejîma Îranê di meha Adarê de 10 sivîl kuştin 46 jî girtin

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Adarê de rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 10 sivîl kuştin û 46 jî girtin.

Komeleyê di bîlançoya xwe ya meha Adarê de sûc û binpêkirinên rejîma Îranê li dijî xelkên Rojhilatê Kurdistanê ku pêk anîne, eşker kir.

Li gorî bîlançoyê, meha derbasbûyî, bi hênceta kuştin û bazirganiya madeyên hişbir 2 sivîl hatin darvekirin û 2 sivîl jî di nava bajaran de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Her weha 6 kolber hatin kuştin û 11 kolber jî birîndar bûn.

Komeleyê diyar kir ku Rejîma Iranê bi bihaneya ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, 46 sivîl û çalakvanên sivîl û siyasî girtin.

Ji ber zext û zordariya rejîma Îranê jî, di nav de 7 jin 22 sivîl, dawî li jiyana xwe anîn.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di dawiya rapora xwe de bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî binpêkirinan dengê xwe bilind bikin.

Back to top button