17 siyasetmedarên HDP’yî hatin girtin

Ji 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 25’ê Îlonê hatibûn binçavkirin 17 kes hatin girtin.

Şaredariya Qersê jî ya ku du roj bû di bin dorpêça polîsên Tirk de bû hate desteser kirin û qeyyûm lê hat erkdarkirin.

Bi hêceta çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an polîsên Tirk bi fermana desthilata faşîst a AKP’ê di 25’ê Îlonê şaredar, rêveber û parlementerên berê yên HDP’ê jî di navê de 82 xistin bin çavan.

20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 roj bûn di bin çavan de bûn duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfade dayîn û biryara dadgehê heta vê sibê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediya, dadgeha Tirk parlementerên berê Ayla Akad Ata, Emîne Ayna, Nazmî Gur, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di navê de biryara girtina 17 siyasetmedaran da.
Her wiha dadgehê bi şertê kontrola edlî bîryara berdana parlementerên berê yê HDP’ê Sirrî Surreya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da.

Beriya parêzer bikevin ewyana dadgehê dadgerê Tirk biryar xwend. Parêzeran û parlamenterên HDP’ê yên li ber ewyanê sekinîbûn dirûşmên “Parastin wê bêdeng nebe” û “HDP bêdeng nebû û wê bedeng nebe” berz kirin û bertek nîşandan.

Di biryara dadgehê de hêceta girtinê weke “gumana revê” hat nîşandan. Di biryarê de hat gotin ku tedbîra girtinê jî pîvankirî ye.

Desthilata faşîst a AKP’ê dest danî ser şaredariya Qersê

Ji aliyê din ve, şaredariya bajarê Qersê ji duh de di bin dorpêça polîsên Tirk de bû û Hevseroka Şaredariyê Şevîn Alaca û gelek endamên meclîsa şaredariyê duh hatibûn binçavkirin.

Desthilata faşîst a AKP’ê îro jî dest danî ser şaredariyê û qeyyûmê xwe lê bi cih kir.

Back to top button