Ji bo dawîanîna li şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê yê li herêma Qerebaxê, Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron ragihand ku Rûsya, Amerîka û Fransa çend destpêşxeriyan pêşkêş bikin. Hikumeta Ermenistanê jî teqez dike ku şerê li dijî wan bi rêveberiya Enqereyê tê kirin û di destê wan de belge hene ku firokeyên dewleta Tirk, herêmên sivîlan li Qerebaxê bombebaran dikin.
Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron ragihand ku Rûsya, Amerîka û Fransa, di demeke nêzîk de, destpêşxeriyên aştiyê ji bo herêma Qerebaxê ya binakok, pêşkêş dikin.
Macron, di civîneke çapemeniyê de got:
”Rûsya, Amerîka û Fransa ku niha grûpa Minsk a ewlekarî û hevkariya Ewropayê bi rê ve dibin, wê di demeke nêz de, çend destpêşxeriyan ji bo bidawîkirina şerê li Qerebaxê, pêşkêş bikin.
Grûpa Minsk girêdayî ewlekarî û hevkariyê li Ewropayê ye û taybet ji bo Qerebaxê sala 1992 hat avakirin, tê de gelek welat hene û Rûsya, Amerîka û Fransa bi rengekî hevbeş rêveberiya wê dikin.
Pompeo: Destwerdan derve di vî şerî de nayê qebûlkirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ji kenala ”Fox News” re got:
Em bi rêveberiya her du aliyan re axivîn û me banga rawestandina şer ji wan kir, destwerdana aliyên derve di vî şerî de, aloziya kûrtir dike.
Ermenistan: Tirkiye şer li dijî me birêve dibe
Di heman çarçoveyê de, serokwezîrê Ermenistanê Nîcol Başinyan dewleta Tirk bi birêvebirina şerê di navbera wan û Azerbeycanê de tawanbar kir.
Başinyan eşkere kir ku Tirkiye bi Firokeyên şer, dron, alavên leşkerî û şandina şêwermendên leşkerî, ligel şandina çete û terorîstan, destekê dide Azerbeycanê.
Nîcol Başinyan teqez kir ku di destê wan de belge hene ku dron û firokeyên şer ên dewleta Tirk, herêmên sivîlan li Qerebaxê bombebaran dikin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîcol Başinyan da xuyakirin ku Tirkiye bi hezaran çete perwerde kirine û wan ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê, ji bo li dijî Ermenistanê bi kar bîne, dişîne Azerbeycanê.



