YJA Starê: Em li hember hêzên komploger têkoşîneke bêhempa dimeşînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA – Starê ji bo salvegera komploya navneteweyî daxuyanî dan.
YJA Starê komplo şermezar kirin û diyar kirin ku komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û jinê bû.
Her wiha tekez kir ku em ê bi têkoşîneke hîn xurtir bingeha komployê ji holê rakin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da.

YJA Starê diyar kir ku em dikevin sala 25’an a tarîtiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin û got:

Em têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd, li dijî rastiya komployê weke ‘Roja reş’ pênase dikin..

Hêzên modernîteyê yê ku destê wan di komplo, polîtîkayên tecrîd de hene , îro hatine ber krîzeke giran a civakî.

Taybet jî dewleta Tirk niha di bin enqaza siyasî, aborî û civakî, siyasî de ya bi erdheja li Bazarcixê rû da, li ber têkçûnê ye.

Em jî li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst ên komploger têkoşîneke bêhempa dimeşînin.

YJA Starê: di sala 25’an a komployê de têkoşîn wê hîn bi dijwarî bê meşandin

YJA Starê daxwiyakirin ku di sala 25’an a komployê de hikumeta Tirk a faşîst hêzên komploger di nava hilweşîneke mezin de ne..

Divê were zanîn ku hêzên komploger hîn dest ji armanca xwe ya qirkirina gelê Kurd û jinên Kurd bernedane..

Ji bo vê pêk bînin wê bi her cûreyî kiryarên li dijî mirovahiyê bikin.

Eşkere ye ku têkoşîn wê hîn bi dijwarî dewam bike..

YJA Starê: Rêber Apo bû hêviya gelan

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê dawiya daxwiyaniyê tekez kir ku Rêber Apo ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê..

Ji ber vê yekê bi navê gerîlayên YJA Starê ku şûrê azadiyê yê jinan û gelê me ye..

Bi dilsoziya ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên şehîd, em soza xwe dubare dikin ku heta tolê ji hêzên komploger hilînin em ê têkoşînê dewam bikin.

Lewma em ê bi têkoşîneke hîn xurtir bingeha komployê ji holê rakin.

Back to top button