Salvegera 24. a Komploya Navnetewî

Ev 24 salin bê navber Rêber Apo di nav tecrîtek girankirî deye. Ev du sale jî du agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Em çend nirxandinên Rêber Apo derbarê komplo û tecrîtê de ku di parêznamên xwe de kirî temaşe bikin

Di komploya navnetewî ya ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an hêza NATO-Gladîo’ bi roleke sereke rabû.

Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira.

Dewletên mîna Elmanya,Îtalya, Ingilîstan, Îsraîl, Yewnanîstan û Rûsya jî di komployê de bi roleke sereke rabûn.

Derxistina Rêber Apo ji Sûriyê jî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e.

Komploya li dijî Rêber Apo di bingeh de, şerên hegemonyayê yên li dijî gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê îfade dikin.

Piştî zext û gefên hêzên hegemon, derdê rayedarên Sûrî ew bû ku Rêber APO bi lez ji Surî derkeve.

Rêber Apo ji bo derketina xwe ya ji Suriyê wiha dibêje;

Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Hêza Rûsya û Sûriyê tinebû giraniya min a şexsî rakin. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî Îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Di berdêla Projeya Herikîna Şîn û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin.

Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina wî de têkiliyeke xurt heye.

“Ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gava pêşî operasyona li dijî min e. Bulend Ecevît badilhewa negot “Min bi ti awayî fêhm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milliyetgirekî Sirp ve dest pê kir, ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin.”

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kirin, xwestin beşa herî giring a komploya mezin a Gladîoyê li Îmraliyê pêk bînin.

Piştî radetkirina Rêber APO ji bo Tirkiyê, hevpeymana rêveberiyên DYE, YE û Dewleta Tirk derket holê.

“Ji bo min sîstemeke DYE li pişt wê û di kontrola YE’yê de vedîtibûn. Ingilîstanê ev vedîtin hûnandibû û li hev anîbû, ya para Tirkan jî diket pêkanîn bû. Gelekî girîng e ku mirov zêhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê fêhm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim û timtûtim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye.

Li pêşiya hesabên dused salan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, nexasim li pêşiya polîtîkayên li ser Kurdistanê ez weke kelemekî ciddî derketibûm holê. DYE’yê dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe dewreyê. Ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan bû.
Ji bo têkbirina komployê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand.

Rêber Apo teqez dike ku Azadiya wî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye û dibêje:

Heke em azad bibin emê bi hev re azad bibin, emê bi hev re yekitiya azad bi dest bixin.

Back to top button