YNK’ê daxuyaniya encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê derewand

PDK dixwaze bi nûçeyên derew ve bingeha êrîşên xwe yên li ser PKK’ê, li ser Rojava, Şengalê avabike û dagirkeriya Tirkiyê ya başûr rewabike. Lê YNK’ê ku di nava Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê de cih digre, daxuyaniya li ser navê Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê red kir û diyar kir ku agahiya wan ji ti operasyonên bi vî awayî nîne

Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê duh daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû wan hewldanên terorîstî asteng kirine, di nava van kesên hatine astengkirin de jî, PKK’yî hene.

Piştî vê daxuyaniyê, YNK’ê jî şevê din daxuyaniyek nivîskî weşand û PDK’ê derewand û got:

“Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê ji 5 encamên sereke pêk tê, ji wan 5 kesan, 3 endamên YNK’ê ne, 2 jî yên PDK’ê ne.

Me ji endamên xwe pirsî, ragihandin ku ti agahiya wan bi operasyona ku
roja 26’ê Cotmeha 2020’an de li ser navê Encûmena Asayîşa Herêmê hatiye dayîn, nîne.”

YNK’ê anî ziman ku:

Ew weke beşekî Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê, daxuyaniya ku bi vî awayî li ser navê Encûmena Asayîşa Herêmê tê dayîn, red dikin û nabe li ser navê wan daxuyaniyên wiha bên dayîn.

KCK: PDK bi van nûçeyên derew, bingeha êrîşên xwe yên li ser PKK’ê amade dike

Her wiha duh KCK’ê jî der barê heman mijarê de daxuyaniyek dabû û diyar kir ku nûçeya dawî –ya qaşo komek girêdayî tevgera wan girtine– ti bingehekî xwe ya rastiyê nîne.

KCK got:

Nûçeya têkildarî vê mijarê, bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxorî ya MÎT’ê hatiye çêkirin û armanca wê ew e ku ji bo rewatiyê bidin êrîşên li ser tevgera me, bingehê amade bikin.”

Back to top button