Artêşa niştimanî ya Lîbyayê lihevkirina Qeter û Wîfaqê şermezar kir

Piştî lihevkirina aliyên Lîbî li Cinêvê li ser rawestandina şerê li Lîbyayê, duh di navbera Qeter û hikumeta Wîfaqê de peymaneke ewlekariyê hat ragihandin. Artêşa niştimanî ev peyman şermezar kir û diyar kir ku ev peyman, encamên civînên Cinêvê binpê dike. Konseya Ewlekariyê jî girîngî da lihevkirina Cinêvê û bang li hemû dewletan kir ku destwerdanê li Lîbyayê nekin.

Dewleta Tirk naxwaze ben ber bi şûşinê de were, ku her aloziya Lîbî nêzî çareseriyê dibe, keleman dide pêşiya wê.

Herî dawî li Cinêvê, aliyên Lîbî gihaşt lihevkirinekê, ku agirbesteke mayînde çêbibe û çeteyên dewleta Tirk di nava 3 mehan de ji welat vekişin.

Lê dewleta Tirk gefên xeraxkirina vê agirbestê da û bi rêya Qeterê aniha dixwaze pêvajoya çareseriyê asteng bike.

Duh wezîrê hindirîn û wezîrê derve yên hikumeta Wîfaqê, di serdana xwe ya bo Qeterê de, peymaneke ewlehî derbarê têkbirina terorê û madeyên hişbir, bi hikumeta Qeterê re îmze kir.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, peymana di navbera Qeter û hikumeta Wîfaqê de şermezar kir.

Berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê ragihand ku, Qeter welatê herî destekê dide terorê û îmzekirina vê peymanê, encamên civînên Cinêvê binpê dike.

Mismarî teqez kir ku ev peyman, hewldaneke kirêt ji bo têkbirina lihevkirina agirbest û bidawîkirina destwerdanên derve li karûbarên Lîbî ye.

Li aliyekî din, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, lihevkirina rawestandina şer li Lîbyayê weke gaveke girîng bi nav kir û banga derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê kir.

Her wiha Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî jî girîngî da lihevkirina Cinêvê ya di navbera aliyên Lîbî de.

Konseya Ewlekariyê bang li aliyên Lîbî kir ku pabendî vê peymanê bibin û ji bo gihîştina lihevkirineke giştî ji aloziya welêt re, bixebitin.

Konseyê bang li hemû welatan kir ku tevlî biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê bibin û destwerdanê li karûbarên wê yên hindirîn nekin.

Back to top button