Henna Somî: Ramanê Rêber Ocalan kilîta aştî û jiyana hevbeş e

Endamê Rêveber ê Komeleya Çandî ya Suryan a li Sûriyê Henna Somî piştrast kir ku ramanên Rêber Ocalan rêya tekane ya xilasiya Rojhilata Navîn ji aloziyên heyî ne.

Henna Somî diyar kir ku hişmendî û siyaseta dewleta Tirk ne li gorî fikrê netewa demokratîk e û perspektîvên Rêber Ocalan ji bo çareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn li ser bingehên demokratîk û mirovî, ji berê ve hatine pêşkêşkirin.

Somî girîngî di nameyên Rêber Ocalan ên li ser çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de dît, nemaze bo aloziya Sûriyê.

Henna Somî her wiha da xuyakirin ku desthilata Tirk bi zanabûn tecrîdê girantir dike û hevdîtinên malbat û parêzeran li Rêber Ocalan qedexe dike.

Somî fikir û pêşniyarên rêber Ocalan weke kilîtên aştiyê û gihandina ber bi jiyana hevbeş a bi nûnertiya neteweya demokratîk ve bi nav kir.

Back to top button