Li Şino ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin

Li herêma Şino, di encama êrîşeke hêzên rejîma Îranê de, 2 kolber hatin kuştin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh hêzên pasdaran li herêma Şino a bi ser Urmiyê ve, êrîşî komeke kolberan kir û 2 kolber hatin kuştin.

Li gorî nûçeya heman çavkaniyê, heta niha jî cenazeyê kolberan radestî malbatên wan nehatine kirin.

Rêxistinên Mafê Mirovan eşkere kir ku tenê di meha Mijdara 2020’an de, di êrîşên hêzên rejîma Îranê de, 6 kolber hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Back to top button