Li Zapê operasyonek din ya şoreşgerî: Girek bi temamî hate paqijkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêma Zapê girek ku artêşa Tirk a dagirker lê bicih bibûn, bi temamî ji dagirkeran paqijkirin.

HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan pêk hat.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

“Îro saet derdora 13:00’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî ya Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin.

Girê ku dijmin lê bicih bibû bi temamî ji dagirkeran hate paqijkirin.

Gelek çekên dagirkeran hatin desteserkirin, kon û konteynir hatin şewitandin.”

Li gorî agahiyên ku HPG’ê parve kiriye di çalakiyê de 22 çek hatine desteserkirin

HPG-BÎM’ê diyar kir ku agahiyên berfireh wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Hêzên YJA Starê çalakî kirin: li Zapê derb li kepçeyekê hate xistin

Back to top button