Komaleyên Spanî: Em modela konfederalîzma demokratîk ji nêz ve dişopînin

Komaleyên Spanyayê jî ji meşa dîrokî a li Kolnê re daxuyaniyek hevpar şandin û piştgiriya xwe a ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd re nîşandan,
Komelayan diyar kirin ew ji nêz ve modela Konfederalîzma Demokratîk dişopînin.

Ji bo piştgiriya meşa li Kolnê sazî û rêxistinên cîhanî jî beşdar bûn û daxuyanî hatin dayîn

Komaleyên Spanyayê bi daxuyaniyek hevpar balkişandin li ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd.

Her wiha piştgiriya xwe a ji bo çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo jî raber kirin.

Komaleyan anîn ziman bi saya têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd rastiya li welatê xwe nas kirin.

Komaleyên Spanî: Têkoşîna jinên Kurd hêviyê dide têkoşîna me

Hate diyarkirin pêşniyarên konfederalîzma demokratîk û pêşketina tecrubeyên siyasî ji nêz ve dişopînin.

Komaleyan têkoşîna jinên Kurd a li ser pêşxistina pêvajoya rizgariya netewî, civakî û şexsî jî pîroz kirin gotin, tecrubeyên derketine holê ji bo têkoşîna xwe weke hêviyê dibinin.

“Em dirûtiya rejima Erdogan şermezar dikin”

Di dawiyê de Komaleyên Spanyayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên li dijî gelê Kurd jî bi bîr xistin û bertek nîşandan:

“Erdogan li aliyekî êrîşên li ser Xezayê şermezar dike aliyek jî her roj li Rojavayê Kurdistanê pêşketina civakî têk dibe. Em dirûtiya rejima Erdogan şermezar dikin. Ev êrîşan bêdengiya civaka navneteweyî û berjewendiyên stratejîk a NATO’yê pêk tê.”

Komploya 15’ê Sibatê li Ermenistan hat şermezarkirin

Back to top button