Di demên dawî de operasyonên qirkirina siyasî ji aliyên hikumeta faşîst a AKP’ê ve zêde bûne.
Polîsan serê sibê bi ser mala endam û rêveberên HDP’ê yên Dersîmê de girtin û ew binçav kirin.
Polîsan serê sibê li Dersîmê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin.
Polîsan di serdegirtina malan de li malan lêgerîn pêk anîn û Hevserokên HDP’ê yên Dersîmê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, û 3 rêveber û hevserokên HDP’ê binçav kirin.
Her wiha polîsan bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Ferhat Yildiz de jî girtin û hat zanîn ku der barê wî de jî biryara girtinê heye.
Sedema serdegirtina malên HDP’iyan û binçavkirina wan nehat zanîn.
HDP’iyên hatine binçavkirin jî birin rêveberiya polîsan a Dersîmê.