ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 143’AN DE YE

Dirêjtirîn çalakiya bê dem û bê dorveg a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didome.
Guven diroja 143’an a çalakiya xwe de bi biryare.
Li girtîgehan jî zêdeyî 7 hezar girtî di çalakiyê de ne.

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê di roja 143 an de ye.

Çalakiya koma yekem a girtiyên li girtîgehên Tirkiye 105 rojin didome.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe dewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 84,

Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 74,

Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 83,

Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 32 roj in di greve de çalakiya xwe li malê didomînin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 28, Tayip Temel û Murat Sarisaç di roja 23 an de ye.

Her wiha ev pêla çalakiyan li derveyî welat jî bela bû.

Li Strasbourga Fransa û Galler a Brîtanyayê çalakiyê deng daye û ev çalakç104 roj in didome.

Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 78 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 77 roj, Husên Yildiz 72 roj, Hasbî Çakici 71 rojin di grevê de ye didome.

Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 66 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 61 roj,

Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 56 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 39 roj,

Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 14 roj di girevê de ne.

Leave a Reply

Back to top button