Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, gundên Şehbayê, Eyn Îsa û Girê sipî bi dijwarî topbaran kirin.
Beriya niha bi çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gunê Muelek, Cidêde û rêya M4 ên rojavayê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şera û Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mernazê, Elqemiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bi dijwarî topbaran kirin..
Her wiha gundên Til Medîq, çiyayê Nayêf, Şêx Îsa û Minixê yên kantona Şehbayê jî hatin topbaran kirin.
Dewleta Tirk gundewarê Girê Spî daye ber topan: birîndar hene
Tevahî gundên rojava yê Girê Spî yên bi dijwarî ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat topbarankirin.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ehmediyê, Dunyak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriyê, Kopirlîk û Xanê yên rojavayê Girê Spî bi gelek moşek û obusan topbaran kirin.
11 obîs li gundê Xanê û 13 obîs jî li gundê Îdanê ketine..
Di encama vê topbaranê de welatiyê bi navê Hemûdî Elî Osman jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî bi giranî birîndar bûne..
Birîndar rakirn nexweşxaneya navçeya Çelebiyê.
Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan jî.