Polisan êşkence li 2 ciwanên Kurd ên birayên hevin kir

Her kurdek li kur be hertim rastî êrişên faşîzma Tirk tê. Li taxeke Taksîmê ya Stenbolê, polisan êşkence li du ciwanên kurd ên birayê hevin kirin.

Li taxeke Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, ji ber sedemeke ne diyar polisan êşkence li du ciwanên kurd ên birayê hevin Enes Alp û Omer Alp kirin.

Polisan, bi lêdanê her du birayan hev bi erdê re kaş kirin û birin kolanên pişt ên taxê.

Hat diyarkirinn ku her du bira ji Mêrdînê ne û dema êşkence li wan hatiye kirin, turîstan bertek nîşanî polisan daye.

Back to top button